1. bi rastî min xwest di derbarê leystika heftokê de mijarek vebikim. |
|
29.07.2013 21:06 |
gulan
|
2. demekî nivîskar û edîtorê malpera kurdigehê mirad gundikî derheqê leyîstokên zarokan yên kurd de xebatek baş û birêkûpêk kiribû û di malperê de belav kiribû.. mixabin vêga lînka pdfa ku tê de navê leyîstokan û awa û şêweyên leyîstina leyîstokan cih digirt pûç bûye anku venabe.. heman xebata xwe di konferansa kurdolojiyê ya ku par li zanîngeha hekariyê hatibû lidarxistin de pêşkêş kiribû.. ev e vîdeoya danasîna wê xebatê: Here lînkê |
|
29.07.2013 21:37 ~2016.07.21 12:35 |
endazer
|
3. lîstokeke pir xweş e lê cem me piranî weke lîstoka keçikan dihat dîtin. |
|
29.07.2013 22:36 |
simurg56
|
4. Heftik, Pîrka xweveşartok, Qendûş, Inanê (pê xara tê lehistin, Herfa I wek herfa eyn (&zêdenebûna nivîskarên tirşikê/1593;) a Erebî tê xwendin ), Şîto, Kêlanê.... |
|
29.07.2013 23:48 |
nan û av
|
5. heta êvarê li ser zarê hinekan e lê yek(camêr an jî canik) ranebe bi xweşikayî di pirtûkekê de bi wêneyan qala lîstikên me nake. ku camêr an jî canikek vêya pêk bîne ez ê eniya wî/wê maçî bikim. |
|
30.07.2013 00:17 |
rojgar
|
6. leystikên ku hinek ji wan ku ez fêhê dikim bêjim, leystikên cehşîtiyê bû * |
|
30.07.2013 00:36 |
brusk56
|
7. teytok:me erdek şil xêz dikir,kevirekî pehn didît û xwe di ser de davêt. |
|
30.07.2013 11:52 |
krîstîn
|
8. tevş û gog, veşartok, kulîkanê, darqîtik, kab, hiloçkê, xarûnemaş (gelo ji "xar û armanc"ê tê?), heftok (lê nizanim çima bi pênc keviran dihate lîstin)... hwd. |
|
30.07.2013 16:29 |
gurê manco
|
9. (bnr: qijê) |
|
30.07.2013 16:43 |
bazirgan
|
10. çile: (bnr: li pişta sobê leyîstika bi kab an) |
|
31.07.2013 05:47 |
seydayê_peyvan
|
11. (bnr: sîr û sîr û qup) |
|
17.02.2014 22:46 |
simurg56
|
12. (bnr: kêlanê) |
|
18.02.2014 00:48 |
xendekî
|
13. heftoka li cem me em dibêjin sêdik û bi çar kevirên hûrik û grover tê lîstin. çima hejmara kevir û navê leystokê ji hev nagire min fêm nekir* |
|
18.02.2014 16:55 |
kevçiyê dil
|
14. (bnr: nîskê nokê) : her zarok her du destên xwe datine erdê.yek ji wan dibêje nîs-kê no-kê ma-la e-be-do-kê gîs-kê e-be bi-do-şe bu teq-re-qa sa-bu-nê bi-nê da-ra zey-tu-nê se-lam ey-şa xa-tu-nê u heman demî de li ser tilîyan digere.li ser kijan tilî bisekine ew kes wê tilîyê vedişêre.tilîyên kê pêşî xilas bibe ew wê leystokê kar dike. |
|
18.02.2014 22:25 |
feqiyêteyran
|
15. leystikek bi navê tilîqûn hebî hema bêjim leystika destdirêjiyê bî.. |
|
18.03.2014 17:38 |
kevçiyê dil
|
16. (bnr: kortÎk) an (bnr: kurtik) |
|
18.03.2014 17:39 |
hun çawane heval
|
17. (bnr: elman kalesî) |
|
19.03.2014 00:08 |
brusk56
|
18. (bnr: xar) : liyîska kurrikan bû lê keçik jî carina diliyîstin. gelek liyîsk hebûn bi xaran |
|
19.03.2014 01:45 |
gêjê
|
19. (bnr: gustîlk) du kom hene li hemberî hev rudinin û betaniyekê bi ser xwe de dikin. her kes destê xwe dixe bin betaniyê de. koma ku dora wa hat gustîlkê dihilênin têxin destê yekî ji wan de yivê yê li hember bizaninin bê gustîlk bi kê re ye . ku dîtin êdî ew gustîlkê dihilênin. axir liyiskekê zehf xweş e * |
|
19.03.2014 01:55 |
gêjê
|
20. hema bêja herî, bes e. |
|
19.03.2014 16:54 |
nazim tolhildan
|
qijika reş [1] |
|
qijika reş [2] |
|
îtîrafên tirşikvanan [1] |
|
pêşniyarên taybetmendiyan ji bo tirşikê [2] |
|
xemakê [2] |